Tîrmeh 20, 2021 16:17 Asia/Tehran
  •   Lîstikvaneke Sûrî ya 12 salî beşdarî Olempîka Tokyoyê dibe

Hend Zaza lîstikvaneke tenîsê ye û ji Şama ye, temenê wê 12 sal in, niha ji bo beşdarbûna di Olempîka Tokyoyê de li Japonê, ew rahênanê dike û xwe amade dike.

Lîstikvana tenisê ya Sûrî Hend Zaza dibêje: “Ez gelekî kêfxweş im û moralên min bilind in ku ez dê di Olempîka Tokyoyê de beşdar bim, di heman dem de, hinekî tirs û stres  li ba min heye, lê baweriya min bi min heye ku dibe alîkar ez li gel kesên ji xwe bi tementir re bilîzim.”

Biryar bû Olempîka Tokyoyê sala borî bi rêve biçûna, lê ji ber belavbûna Koronayê, ew bo 2021ê hatin paşxistin.

Hend ku dê li gel lîstikvanên ku ji wê bi tementir re bilîze, dibêje baweriya wê bi wê heye ku beşdar bibe di Olempîka Tokyoyê de.

Hend Zaza herwiha got: “Min gelek zehmetî dîtin û min karibû wan derbas bikim, bi saya vê lîstikê û ji ber ku ez palewan im,  ez tenê bi rahênanê û tinisê ve mijûl dibûm.”

Ji 1968an ve heta niha Hend dibe biçûktirîn lîstikvan, beşdarî wan Olempîkê dibe, piştî lîstikvanê 11 salî, ku wê demê di lîstika şemitandina ser berfê de beşdar bibû.

Rahênerê Hend, Yamin Dendel dibêje Hend dê gelekî sûdê ji tecrubeyên lîtikvanên cîhanî bibîne, dema beşdarî Olempîka Tokyoyê bibe.

Rahêner Yamin Dendel got: “Bihêztirîn lîstikvanên cîhanê dê beşdar bibin, ew dê gelekî sûdê ji tecrubeya wan û ji rahênan û hebûna xwe li wir werbigre, em rahênana wê li gorî kesên di temenê wê de dikin, hîn  ew biçûk e û 12 salî ye û paşeroj li pêşiya wê hêj maye.”

Ev 32yemîn Olempîka cîhanê ye,  ji 23ê Tîrmehê heta 8ê Tebaxê li Tokyoya paytexta Japonê birêve diçe

Serepeyv