Lîstikvanên navdar ê holendî, Arjen Robben carek din xatir ji xwest
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327668-lîstikvanên_navdar_ê_holendî_arjen_robben_carek_din_xatir_ji_xwest
Lîstikvanê navdar, hollendiyê efsanewî Arjen Robben (Ariyen Robên) bi ser hesabê xwe yê twittirê re peyamek belav kir û diyar kir ku dest ji fûtbolê berdaye. Arjen Robben di sala 1984'an de li Bedum a Hollendayê hatiye dinê.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 16, 2021 12:50 Asia/Tehran
  •  Lîstikvanên navdar ê holendî, Arjen Robben carek din xatir ji xwest

Lîstikvanê navdar, hollendiyê efsanewî Arjen Robben (Ariyen Robên) bi ser hesabê xwe yê twittirê re peyamek belav kir û diyar kir ku dest ji fûtbolê berdaye. Arjen Robben di sala 1984'an de li Bedum a Hollendayê hatiye dinê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Wî di sala 2000'î de li tîma Groningen dest bi fûtbolê kir ku hingê 16 salî bû. Piştî du salan çû PSV'ê û paşê rêyên tîmen mezintirîn li ber wî vebû. Bi rêzê li Chelsea (2004-2007), Real Madrid (2007-2009) û Bayer Munihê (2009-2019) lîst.

Di sala 2019'an de Robben biryar da ku dest ji fûtbolê berde. Lê tîma Groningen ku ew li wir gihîştibû bangî wî kir û ji bo salek peyman li gel wî girêda.

Niha Robben ji ser hesabê xwe yê twitterê re got, "Ez jiyana xwe ya çalak a fûtbolê bi dawî dikim. Ev biryareke zehmet bû. Ji bo her kesê piştgiriya min kiriye sipas dikim" û xatir xwest.