Werzîşkarên îranî di pêşbirkên cîhanê yên guleşta nevneteweyî ya li Tirkiyê de wek stêran diçirisin
Tîrmeh 03, 2021 17:19 Asia/Tehran
Pêşbirkên cîhanî yê Guleşta Navneteweyî ya nebihîstokan (kerr û lalan) li Stenbol a Tirkiyê dest pê kir, di heman demê de tîma netewî ya Komara Îslamî ya Îranê heya niha pênc serkeftin bi dest xwe xistine.
Li gorî ajansa nûçeyan ya IRIB Newsê, Şampiyoniya Cîhanî ya Guleşta Navneteweyî ya nebihîstokan ji îro Şemiyê li Stenbolê dest pê kir û tîma neteweyî ya Îranê bi 16 werzîşkarên ku di her du beşên ciwan û mezinan de dixebitin beşdarî vê pêşbaziya cîhanî bûye.
Pêşbirkên ciwanan çend saetan berê dest pê kir û tîma neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê heya niha pênc serkeftin bi dest xwe xistine.
Karwanê Guleştanebihîstokên îranî bi navê rehmetî Elî Dilfanî, guleştgirê nebihîstok ê îranî hatiye binavkirin.