Serokê nû yê klûba Amedsporê diyar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327128-serokê_nû_yê_klûba_amedsporê_diyar_bû
Klûba Amedsporê pêncemîn kongreya xwe ya awarte saz kir û di kongreyê de karsaz Selahattin Yildirim wek serokê nû yê klûbê hat hilbijartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2021 14:03 Asia/Tehran
  • Serokê nû yê klûba Amedsporê diyar bû

Klûba Amedsporê pêncemîn kongreya xwe ya awarte saz kir û di kongreyê de karsaz Selahattin Yildirim wek serokê nû yê klûbê hat hilbijartin.

Klûba Amedsporê 5emîn Kongreya xwe ya Awarte li Tesîsên Şehmus Ozer li dar xist.

Rêvebiriya nû ku bi yek lîsteyê beşdarî di kongreya klûbê de kir diyar bû.

Di kongreyê de, karsaz Selahattin Yildirim wekî serokê nû yê klûbê hat hilbijartin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya ku beşdarî kongreyê bû got ku ew dê xwedî li Amedsporê derbikevin.

Serokê berê yê Amedspor Vechettin Alsaç,, jî ji rêveberiya nû re serkevtin xwest.