Hezîran 12, 2021 09:33 Asia/Tehran
  • Îtalyayê Tirkiye têk bir: 3-0

Di lîstika destpêkê ya Şampiyonaya Ewropayê ya Futbola 2020an de, Îtalyayê Tirkiye bi 3 golan têk bir: 3-0.

Şampiyonaya Ewropayê ya 2020an piştî salek navberê ya ji ber vîrusa Coronayê, şeva çûyî bi lîstika tîmên Îtalya û Tirkiyê destpê kir.

Tîmên niştimanî yên Îtalya û Tirkiyê li Stadyuma Olîmpiyatê ya li Romaya paytexta Îtalyayê hatin hemberî hev û 18 hezar aligirên herdu tîman li lîstikgehê amade bûn.

Ji beşa yekam a lîstikê dengê golê bilind nebû û 0-0 bi dawî hat. Lê di beşa duyem de Îtalyayê serdestî li ser Tirkiyê pêk anî û bi encama 3-0 rikeberê xwe têk bir.

Gol jî yek di xuleka 53an de Merîh Demîral avêt qaleya xwe, di xuleka 66an de Ciro Immobile gola duyem bo Îtalyayê tomar kir û Lorenzo Insigne jî di xuleka 79an de encam di berjwendiya Îtalyayê de diyar kir: 3-0.

Tîma niştimanî ya Îtalyayê bi vê serkeftinê û bidestxistina 3 xalan li hemberî Tirkiyê, bû lîdera grûpê.

Serepeyv