Îşev; Destpêka Kupa Fûtbala gelên Ewropayê-2020
Pêşbirkên Kupa Fûtbala gelên Ewropayê-2020 ji roja îniyê 11ê Hezîrana 2021ê bi beşdariya 24 tîman û bi awayekî ciyawaz dê dest pê bibe.
Dora şanzdehem a pêşbirkên Kupa Fûtbala gelên Ewropayê-2020 ji îşev îniyê dê bi pêşbirka tîmên Îtalya û Tirkiyê ji koma A li werzişgeha Olempîkoyê dest pê bibe.
Ev yekem pêşbirk ji 51 pêşbirkan e ku qehremana Euro-2020î dê diyar bike. Dorek ku li 11 bajarên ciyawaz ên Ewropayê û bi saleke derengiyê (ji ber belavbûna Koronayê li cîhanê) dê were lidarxistin.
Pêkhateya komên Euro-2020î bi vî awayî ye:
Koma A: Îtalya, Tirkiye, Welz, Swîsre
Koma B: Beljîka, Rûsiye, Danîmark, Fenland
Koma C: Ukrayn, Holanda, Otrîş, Mekedonyaya Bakur
Koma D: Inglîz, Krowasî, Komara Çêkê, Skatlend
Koma E: Spanya, Swêd, Polonya, Slowakî
Koma F: Almanya, Portekîz, Fransa, Hungariya