Tîma futbolê ya Neteweyiya Îranê ji ber serketina li hember tîma Behreynê hat xelatkirin
Hezîran 08, 2021 17:50 Asia/Tehran
Lîstikvanên tîma futbolê ya neteweyî ya Îranê piştî serketina li hember tîma Bahreynê hatin xelat kirin.
Li gorî IRNA-yê, bi fermana Şehabudîn Ezîzî Xadim, Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê, xelata serketina tîma fûtbola Îranê ya neteweyî li hemberî tîma Bahreynê rojekê piştî serketinê yekser hate veguheztin bo hesabê bankî yê lîstikvanan.
Hêjayî gotinê ye ku tîma futbolê ya Îranê ya neteweyî şeva borî (Duşem) tîma Bahreyn 3-0 têk bir.
Îran niha di koma sêyemîn a pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2022-an de li Qatar û Kûpaya Cîhanê ya 2023-an li Çînê bi 12 pûanan di rêza duyemîn de ye. Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Îranê divê di 12 û 26ê Hezîranê de, bi rêzê li hemberî tîmên Kamboçya û Iraqê bilîze.