May 18, 2021 13:01 Asia/Tehran
  • Nivîskarê lîstika Mem û Zîn piştî 10 salan tê qerebûkirin

Dadgeha Bilind a Tirkiyê piştî 10 salan biryara qerebûkirina nivîskarê lîstika Mam û Zînê Cuma Boynukara da ku Rêveberiya Giştî ya Şanogeriyê ya Dewletê destkarê di senaryoya şanoyê de kiribû.

Li gorî rapora Rûdawê, Lîstika Mem û Zîn ya Cuma Boynikara amadekirî, li Salona Şanoyê ya Dewletê ya bajarê Wanê di serdema 2012-2013ande  hat pêşandan. Nivîskarê şanoyê Cuma Boynukara di 16ê Mijdara 2012an de bi sedema ku bêyî agahdarkirina wî guhertin di senaryoyê de hate kirin, li dijî Rêveberiya Giştî ya Şanogeriyê ya Dewletê doz vekir.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryar da ku nivîskarê şanoyê were qerebûkirin.

Nivîskar Cuma Boynukara beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî doze axivî.

Cuma Boynukara diyar kir ku “Newroz” cejnek e ku bi sedsalan e ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin û da zanîn ku tîpa “W” kiribûn “V” wate Newroz kirbûn Nevruz û wiha pê de çû: “Di destpêka şanoyê de cejna Newrozê veguherandibûn daweteke Tirkmenî. Me got ew bi wî rengî nabe. Gava ku aliyê din li ser ya xwe rijd bû, me biryar da ku li dadgehê li dijî wan doz vekin û bi biryara  dadgehê lîstik rawestand.”

Boynukara da zanîn ku pêvajoya dadgehê jî bo heyameke berdewam bû û got: “Wekî encam, Dadgeha Bilind biryar pejirand û biryar bi misoger kir. Dadgehê  di lîstika ku min nivîsand de lêzêdekirin, sansûr û xirabkirinên hatine kirin rast nedît. Li ser vê yekê jî biryar da ku zirarên min qerebû bike û herweha biryara dadgehê di rojnameyek seranserê welat derdikeve de were belavkirin.”

Derbarê berhema Mem û Zînê de jî Boynukara anî ziman ku Mem û Zîn destanek kevnar a Kurdî ye û got: “ Ew vedigere hezar salên berî niha, lê ev destan ji aliyê Ehmedê Xanî ve di sedsala 16an de zindî dibe. Ew di salên paştir de tê weşandin. Di salên ku ew li Tirkiyê hate weşandin, bi berdewamî doz li dijî wê hatine vekirin. Wê demê, min ew wekî şanoyek nivîsand û bir ser sehneyê. Lêbelê, nasnameya Kurd li vir nehat qebûlkirin. Wan ew li sehneyê guherand û em li dijî wê derketin. Me dixwest ku ew sansur were rakirin.

Me got ku ligel lêzdekirinê lîstikê, wan ew veguherandine daweteke Tirkmenî. Ev yek jî ji aliyê pisporên ve li dadgehê hate tomarkirin. Li ser van îtîrazên me, pêvajoya dadgehê dest pê kir û heta ku biryarek wusa hat dayîn.”

Boynukara herwiha eşkere kir ku dadgehê peyva “Newroz”ê wekî Newroz qebûl kir û ew jî tomar kir û anî ziman: “Nabe cejna miletekî ku bi sedsalan heye, biguherînin. Ev ne wijdanî û exlaqî ye. Bi taybetî, qet ne exlaqî ye ku bi zêdekirina lîstika ku min nivîsandiye wekî montaj pêşkêşî mirovan bikin.

Boynukara bibîr xist ku li Amedê heman lîstik di sala 2018an de hat lîstin û got: “Ew bi rengeke paqijtir û exlaqî pêşkêşî temaşevanan hat kirin. Di vê heyamê de, hevalekî min Mem û Zîn bi tevahî wekî opera çêkir. Ez hêvî dikim ku ew di salên pêş de derbikeve pêşberî temaşevanan.”

Serepeyv