Paraweznerakirê îranî madala zêrîn a Kûpaya Cîhanê ya Tayland bi dest xist
Di roja yekem a pêşbaziyên Kûpaya Cîhanê ya paraweznerakirinê ya 2021 li Taylandê, endamê tîma meteweyî ya Îranê di beşa 65 Kg, medala zêr bi dest xist.
Li gor IRNAyê Emîr Ceferî, nûnerê yekem ê tîma meteweyî ya Îranê ya paraweznerakirinê îro 6 Gulanê li beşa 65 Kg û bi kontrolkirin û rakirina wezneya 197 Kg di pileya yekem de cih girt û medala zêrîn bidest xist.
Ceferî di gava yekem de karî ku wezneya 182 kg kontrol bike. Di tevgera duyemîn de, wî 197 kg rakir, û di dawiyê de di tevgera xwe ya sêyemîn de, wî dixwest ku wezneya 201 kg rake ku nekarî wê kontrol bike.
Di vê kategoriyê de, nûnerên ji Qazaqistan û Taylandê, bi rêzê ve di cihên duyemîn û sêyemîn de cih girtin.
Sibê, di roja duyemîn a pêşbaziyan de, dê di pêşbirkên 72 û 80 kg de Nadir Muradî û Rûhullah Rostemî nûnerên Îranê biçin ser panelê.
60 werzişkar ji 9 welatan di Pêşbaziyên Kûpaya Cîhanê ya 2021-an a Paraweznerakirinê ya Taylandê di kategoriyên ciwan û mezinan de beşdar in.