May 06, 2021 16:50 Asia/Tehran
  • Tîma Efrîn derbasî Super Lîga Sûriyê bû

Tîma futbolê ya Efrîniyan duh serkeftineke baş bidest xistin, piştî ku bi golekê ji tîma Muhafeze ya Şamê bir, tîma wan çû super lîga Sûriyê.

Tîma Efrînê piştî dagîrkirina wî bajarî, parêzgeha Heleb ji bo wê bû navend, li wir dest bi rahênana xwe kir.

Îsal ji bo xelkê Efrînê û tîma wê ya futbolê heyecan bû û tîma Efrînî baş lehîst û gelek gol tomar kirin.

Tîma Efrînê duh ji tîma Muhafeze bir û bi qehremanî çû Super Lîga Sûriyê û dê di super Lîgê de bi tîmên mezin re li ser asta Sûriyê bilîze, eger serkeve dê bibe şampiyona Sûriyê û li ser asta Asyayê bilîze.

Serokê Tîma Efrînê Ehmed Mido ji Şamê ji Rûdawê re ragihand, ku ev serkeftin ji bo xelkê Efrînê girîng e, û ji bo super lîga Sûriyê ew dê 5 lîstikvanên nû bikirin.

Ehmed Mido herwiha bang li revanda Kurdî li Ewropa kir, ku ji aliyê madî ve alîkariya wan bikin, ji ber ku îmkanên wan sînordar in û Super lîga Sûriyê jî gelekî bihêz e.

Serokê tîma Efrînê di dawiyê de hêvî kir, ku xelkê Efrînê bi serbestî vegerin bajarê xwe û rojek bê, tîma wan di nava bajarê xwe de rahênanên xwe bike û li stadyoma wê bilîze.

Serepeyv