May 01, 2021 13:54 Asia/Tehran
  • Qonaxa dawî ya Lîga sereke ya Fûtsala jinan a Îranê; Pêşbirka Milî Hefarî ya Ehwazê û Palayîş Nefta Abadanê

Pêşbirka tîmên fûtsala jinan ên Milî Hefarî ya Ehwazê û Palayîş Nefta Abadanê ji hefteya yekem a qonaxa dawî ya Lîga sereke ya Fûtsala jinan a Îranê Îniyê bi şev li Ehwazê hat lidarxistin.

Li gorî rapora ISNAyê, Ev pêşbirk bi encama 2-2 bi dawî bû.

Milî Hefarî di hefteya duyem a van pêşbirkan da dê biçe pêşberî Heyeta Fûtbala Xorasana Rezewî û Palayîş Nefta Abadanê jî dê biçe pêşberî Sayîpayê.

Qonaxa dawiyê ya Lîga sereke ya Fûtsala jinan a Îranê bi awayê dewreyî tê lidarxistin û di dawî da dê tîmek bibe qehremana Lîga sereke ya Fûtsala jinan a Îranê ku zêdetirîn puen bi dest xistibin.

 

Serepeyv