Nîsan 17, 2021 18:18 Asia/Tehran
  • Hejmara 28'an ji kovara lêkolînî ya ZEND'ê derket

Kovara lêkolînî ya bi navê ZEND ve carê hejmara xwe ya 28'an pêşkêşî xwendevanan kir. Kovarê di vê hejmarê de Hozên Kurd derxistiye pêş.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Zend ku wekî weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi selan berê dest bi weşanê kiribû, niha di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de weşana xwe didomîne. Zend niha bi hejmara xwe ya 28'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê meseleya "Hozên Kurd" derxistiye pêş. Di vê çarçoveyê de nivîsên Pierre Oberling "Hozên kurd (I)", Hekarî Berbro Karabuda "Eşîrên kurd (II)", Mehmûdê Sebrî "Hozên kurd (III)", William Eagleton "Eşîrên kurd (IV)" û Dr. Zerar Sidîq Tewfîq "Eşîrên kurd (V)" hatine weşandin.

Ji nivîskarên kovarê zimanzan Zana Farqînî di vê hejmarê de bi sernavê "Di kurmancî de hebûna navgiran" mesele girtiye dest. Şemoyê Memê jî bi nivîsa xwe "Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî da" di kovarê de cih girtiye.

Her wiha Adil Mihemedpûr meseleya "Cejnew Pîrî di neynika çanda gelê Hewramanê da" nivîsa xwe weşandiye ku ev beşa yekem e û hejmara bê de dê bidome.

Berat Qewîendam bi nivîsa "Zimanê Azeriya Berê û Têkiliya Wî bi Kurdî û Farsî re Nirxandinek li ser çend helbestên azerî yên bicihmayî ji du helbestvanên erdebîlî û tewrîzî" ked daye kovarê.

Her wiha Umîd Demîrhan jî bi sernavê "Kurdên derveyî Kurdistanê di çarçoveya çavkaniyên înternetî da awireke giştî li serjimarî û erdnîgariya kurdên koçber: Nasname, dîrok, çand û ziman" nivîsa xwe amade û pêşkêş kiriye.

Serepeyv