Çîrokên zaroktiya xwe niha ew bi xwe vedibêjin
Lîstikvanên Teatra Sarya Baran ku di bin banê Hîlala Zêrîn de xebatên xwe berdewam dikin, çîrokan di studyoyên xwe de amade dikin û digihînin temaşevanan û hewl didin çanda çîrokan bidomînin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Teatra Sarya Baran ku yekemîn koma şanoyê ya jinan a li Kurdistana Sûriyê ye, di sala 2018'an de dest bi xebatên xwe kir. Teatra Sarya Baran di bin Hîlala Zêrîn de xebatên xwe didomîne û niha jî bi Jin TV’yê re projeyeke hevpar çêkiriye û dest bi bernameya "Hebû Tune Bû” kir.
Teatra Sarya Baran di sala 2018’an de dest bi xebatên xwe kir û heta niha gelek lîstik çêkirine. Teatra Sarya Baran di Adara 2020’an de ji ber vîrusa koronayê hatibû girtin lê projeyeke çîrokan çêkir, da ku xwendekarên wê di perwerdeyê de bi paş de nekevin. Piştre ev proje bi Jin TV’yê re derxistin ser ekranan.
Şevîn Xelîl û Barae Hesen xebatên xwe û projeya Hebû Tûne Bû ji ANHA’yê re vegotin.
Şevîn Xelîl di 13 saliya xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn tev li xebatan bûye û di sala 2018’an de bi avabûna Teatra Sarya Baran re di gelek lîstikan de dest bi lîstikvaniyê kiriye.
Şevîn Xelîl diyar kir ku bi belavbûna koronayê re xebatên wan rawestiyane û got: "Piştî belavbûna vîrusa koronayê li herêmê, me karê xwe yê li ser înternetê dewam kir. Me çîrokên xwe tomar kirin da ku xwendekar ji lêkolînan bi paş ve nekevin. Piştre me bi Jin TV’yê re hevkarî kir û dest bi kêşandinê kir.”
Şevîn Xelîl got: "Em vê xebatê di warê parastina zimanê dayikê û parastina çand û kevneşopên gel de girîng dibînin. Em dizanin ku çîrok û çirçîrok dîroka gelan vedibêjin. Gelek êrişên bi armanca tunekirina çanda me hene û em dixwazin bersivê bidin wan. Em armanc dikin ku vê çandê biparêzin û bi xebata xwe ya Hebû Tune Bû bêhtir xwe bigihînin temaşevanan.”
Lîstikvana Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl got projeya Hebû Tune Bû dê salekê dirêj bike û wiha dewam kir: "Çîrokên ku em vedibêjin, çîrokên naskirî ne. Em van çîrokên ku em ji dayik û dapîrên xwe hîn dibin, pêşkêşî temaşevanan dikin."
Şevîn Xelîl axaftina xwe wiha domand: "Dema ez zarok bûm, bi çîrokên dêya xwe, mezin bûm. Lê di vê demê de dîtina wê ne hêsan e û bi pêşketina teknolojiyê re gel ji çanda xwe dûr dikeve. Dayik û dapîra min çîrokên ku ez û hevalên xwe niha vedibêjin, ji me re vedigotin. Cudahiya di navbera şêwaza wan û niha de, vegotin e û şêwaza ku niha em dibêjin pir zelal e.”
Şevîn di dawiyê de bang li ciwanan kir ku xwedî li çand û dîroka xwe derkevin.
Lîstikvana Teatra Sarya Baran Barae Hesen jî li ser karê xwe wiha got: "3 sal e ez li Teatra Sarya Baran im. Projeya Hebû Tune Bû armanc dike ku çand û zimanê kurdî mayînde bike. Wek hunermend divê em bibin bersiva êrişên asîmîlasyonê yên ji bo tunekirina çand û zimanê kurdî. Em vê yekê bi projeyên xwe dikin."
Berae Hesen diyar kir ku gelek çîrokên hatine vegotin rûdanên demên berê ne û got: "Hûrî, Med û şaristaniyên din ên Kurdan, hemû bi çîrokên xwe heta roja îro hatin. Hemû çîrokên ku em hewl didin vebêjin, bi rastî jî ji wê serdemê ne. Dê û bavên me van çîrokên li ser dîrok û serpêhatiyên gelê Kurd ji me re vegotin. Bêyî wan çîrokan dê dîroka gelê Kurd tune bibûya."
Barae Hesen got: "Em deqan li rûyên xwe çêdikin. Em cilên herêmî li xwe dikin. Em madeyên ku berê dihatin bikaranîn, mûm, çirayên gazê bi kar tînin. Û di vê yekê de, em bi rastî hewl didin tiştên ku berê qewimîne, ji raya giştî re vebêjin. Em armanc dikin ku çanda xwe ku di navbera serdema nûjen de bi nemanê re rû bi rû man, bi dîtbariyê zindî bimînin û di hişê gel de zindî bimînin."
Barae Hesen anî ziman ku her çîrokek xwedî hesteke cuda ye û wiha dewam kir: "Her çîrok bi rastî jî bi xwe roleke perwerdekar dilîze. Bi çîrokê re aso û perspektîfên zarokên mezin dibin, bêhtir zindî û dînamîk dibin."
Di dawiyê de Berae Hesen bang li ciwan û mezinan kir ku divê bi xwedîlêkirina çanda xwe çîrokan zindî bihêlin.
"Hebû Tune Bû" hemû êvarên sêşemê saet di 18:45’an de li ser ekranên Jin TV’yê tê nîşandan.