Tîma jinên kurd ên Sûriyê bû qehremana futbolê li Sûriyê
Duh Tîma Xabûr a xaniman li bakur û rojhilata Sûriyê serkeftineke dîrokî bi dest xist û bû qehremana xula futbolê li Sûriyê ya xaniman.
Tîma Xabûr li stadyuma Celalî ya Şamê di lîstika xwe ya dawîn a xula futbola Sûriyê de bi encama 2 golên bê hember, ji tîma Parêzgeha Humisê bir û Puanên wê bûn 38 û wek yekema xula fotbulê ya xaniman derket.
Lîstikvana navdar a Tîma Xabûrê Aya Mihemed di deqeya 36an de, bi lêdaneke rasterast ji dûrî 30 metreyan ve, gola yekem lêxist.
Di beşa duyam a pêşbirê de xanimên Xabûr gelek caran êrîşî derwazeya tîma parêzgeha Humisê kirin û gelek gol jî wenda kirin, lê di deqeya 88an de, Aya Mihemed hemû lîstikvan gola duyem derbasî derwazeyê tîma Parêzgeha Humisê kir.
Tîma Xabûr bi encama 2-0 li hemberî tîma xanimên parêzgeha Humisê biser ket.
Lîstikvana Xabûr Aya bi 18 golan, bû golara Sûriyê û golara wê tîmê jî, weke baştirîn golar li ser asta Sûriyê hate destnîşankirin.
Ev 2 sal in xula futbolê ya xaniman li Sûriyê birêve diçe, sala borî xanimên Amûdê bûne yekemîn û îsal jî xanimên Xabûrê û êdî keçên kurd, bûn yekemin li ser asta Sûriyê.
Xanimên Xabûr dê beşdarî qehrehamniyên Asiyaa li ser asta tîmên xaniman jî bibin.