Nîsan 02, 2021 09:02 Asia/Tehran
  • Bandê Cristiano Ronaldo ji bo nexweşek SMA'yê dibe çare

Di pêşbirka Portekîz û Sirbistanê de kaptanê tîma Portekîzê Cristiano Ronaldo ji bo protestokirina hakêm bandê kaptaniyê derxistibû û avêtibû erdê. Ew band niha ji bo nexweşek SMA'yê dê bibe çare.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Roja 27'ê Adarê di pêşbirkên hevtêkbirinê yên beşa Ewropayê de Portekîz û Sirbistan hatin hemberî hev. pêşbirk dema 2-2 bû di deqîqeyên dawî de Ronaldo golek avêt. Hakêmê pêşbirkê Danny Makkelie bi îdîaya gogê bi temamî xêz derbas nekiriye gol betal kir.

Li ser vê yekê kaptanê tîma neteweyî ya Portekîzê Cristiano Ronaldo gelek hêrs bû û ji sehayê derket. Ronaldo li derveyî sehayê bi hêrs bandê kaptaniyê yê di milê xwe de derxist û ji bo şermezarkirina hakêm avêt erdê. Di vê navberê de ji ber deqeya dawî bû hakêm pêşbirk xilas. Ew band niha dibe derman.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Sirbistanê de yek ji peywirdarên sehayê ew bandê Ronaldo ji erdê girtiye û biriye teslîmî saziyeke alîkariyê kiriye. Wê saziyê ew band niha derxist mezatê û pereyên ku ji wê bandê bêne bi dest xistin dê ji bo zarokek 6 mehî ku bi SMA'yê (Spinal Muskuler Atrofi) ketî bê bikaranîn.

 

 

Serepeyv