Li Şirnexê gelek berhemên Serdema hatin dîtin
Li parêzgeha Şirnexê ya kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê li ser perçeyên keviran ku bi fîgurên mirov û ajalan hatine nexşandin hatin dîtin. Pisporê ku li heremê lêkolîn dikin ew wek fîguran serdema bronzê dinirxînin. Parçeyên keviran nêzî Rêya Armûşê ne.
Li derdora gundê Xanîkê ya Hezexa Şirnexê rastî gelek kevirên ku li serê figurên mirov û ajalan hatine nexşandin hatin dîtin.
Arkeolog Erdem Erîp di derbarê mijare dibêje ku ew li heremê rastî wêneyên keviran ên serdema bronzê hatine û wiha berdewam kir “Ev wênê rewşeke ku mirov bêtir li Nîvgrava Ereb, Başûrê Afrîqa û li deştên Îranê pir caran rû bi rû dimînin, em vê jî ji ber figurên hêştiran(devan) dibêjin; ji ber ku mirov di serdema bronzê de rastî kedîkirina hêştiran tên.”
Fîgurên ku li ser keviran hatin dîtin, ji aliyê pisporên arkeolog ve hatin tomarkirin. Devera ku pir nêzîkê rêya armûşê ya dîrokî ye, tê plan kirin ku bê parastin.