Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe saz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i324893-komeleya_wêjekarên_kurd_kongreya_xwe_saz_kir
Komeleya Wêjekarên Kurd 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2021 05:45 Asia/Tehran
  • Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe saz kir

Komeleya Wêjekarên Kurd 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Komeleya Wêjekarên Kurd salek berê li Amedê hatibû vekirin û niha 1'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Li avahiya komeleyê bi beşdariya komek nivîskaran li dar ket. Di kongreyê re li ser dema borî axivîn û plannameya dema bê sazkirin.

Piştî axaftinan lîsteya hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin û hilbijartin. Nivîskar Sultan Yaray û Mehmet Deviren ji bo Hevserokatiya Kongreyê hatin hilbijartin.