Adar 02, 2021 08:12 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên navneteweyî yên 'Siyamend Rehman' dê her salê li parêzgeha Azerbaycana Rojava bên lidarxistin

Serokê Federasiyona Canbaz û Astengdaran got: Jibo rêzgirtina li Siyamend Rehman qehremanê Giranîrakirina para Olempîka cîhanê yê nemir, pêşbînî hatiye kirin ku Pêşbirkên navneteweyî yên Giranîrakirinê her salê bi beşdariya werzişkarên ji welatên cûrbecûr bi mazûvaniya parêzgeha Azerbaycana Rojava were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wî her wiha got: Hevdem digel yekem salvegera koça dawî ya Siyamend Rehman, beşa Siyamend jî dê li mûzexaneya werziş, Olempîk û Para Olempîkê were vekirin.

Siyamend Rehman werzişkarê kurd ê jidayîkbûyî di sala 1989an li şaristana Şinoyê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê qehremanê cîhanê ji wan qehremanê Para Olempîka Rio 2016 bû.

 

Serepeyv