Sibat 20, 2021 09:29 Asia/Tehran
  • Tîma Fûtsala Kîmiyaya Sferayînê bayda Mîsa Refsencanê

Tîma Fûtsala Jinan a Kîmiyaya Sferayînê di pêşbirkeka Lîga sereke ya Fûtsala jinan a Îranê da roja Îniyê bi encama 14-0 derda Tîma Mîsa Refsencanê.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev pêşbirk ji hefteya şeşem a Lîga sereke ya Fûtsala Jinan a Îranê nîvroja Îniyê li salûna zanîngeha Peyam Nûr a Kirmanê hat lidarxistin.

Serrahênera Tîma Fûtsala Jinan a Kîmiyaya Sferayînê got: Tîma Mîsa refsencanê ji 8 tîmên sereke yên cîhanê ye û baştirîn rahêner û gulparêzê cîhanê di vê tîmê da ne û ji şansên qehremaniya di vê dora pêşbirkên Lîga sereke ye.

 

Serepeyv