Çile 28, 2021 07:57 Asia/Tehran
  • Pêşengê Fûtbala Îranê ji ber tûşbûna bi Koronayê koça dawî kir

Mêhrdad Mînavend pêşengê fûtbala Îranê ji ber tûşbûna bi nexweşiya Koronayê di 46 saletiyê da koça dawî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mêhrdad Mînavend lîstikvanê berê yê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê ku ji çend rojan berê va ji ber tûşbûna bi nexweşiya Koronayê li nexweşxaneyeka Têhranê hatibû razandin, Çarşemiyê bi şev koça dawî kir.

Federasiyona Navneteweyî ya Fûtbalê (FIFA), Konfederasiyona Fûtbala Asyayê (AFC) û gelek ji kesayetên werzişî yên cîhanê jî bi peyamên cuda ji ber koça dawî ya Mînavend sersaxî da.

 

Serepeyv