Çile 05, 2021 10:47 Asia/Tehran
  • Navenda Kaşûnê ya 'Mêrga Botan' li Colemêrgê deriyê xwe ji bo werzişkaran vek

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Colemêrga li başrê rojhilatê Tirkiyê di bin tedbîrên vîrusa coronayê de dest bi xizmetê kir.

Bi alîkarîya Pazêrgariya Colemêrgê, Rêveberiya Taybet a Parêzgeriyê û Ajansa Pêşketina Rojhilata Anatolyayê (DAKA), 15 milyon Lîreyên Tirkiyê ji bo dirêjkirina pîsta kaşûnê(Skiyê) hatiye xerckirin.

Parêzgarê Colemêrgê, Îdrîs Akbiyikê ragihandiye, “Me dirêjahiya pîsta vê derê ji 1500 metreyan bo 3 hezar û 500 metreyan zêde kir. Dîsan ji bo pirsgirêka ciyê manê çareser bikin, em otêla 50 odeyî ya 120 nivîn lê ne, ava dikin.”

Li navenda kaşûnê nêzîkî nîv metr berf ketiye û kaşbazên ku diçin navendê di bin çavdêriya rahêneran de amadekariyên pêşbirkên li ser asta Tirkiyê û pêşbirêkên navnetewî dikin.

Serepeyv