Kanûn 28, 2020 17:55 Asia/Tehran
  • AFC piştrast kir; Îran di nav namzedên mazûvaniya Kûpaya Asyayê ya 2027-an de ye

Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) îro (Duşem) namzetên dawîn ên mazûvaniya Kûpaya Asyayê ya 2027-an eşkere kir û ragihand ku çar federasyon, ji wan Îran hîn di nav namzedên mazûvaniyê ne û Uzbekistanê dev ji pêşniyara xwe berda.

Li gorî IRNA-yê, her çar federasyonên endam, yanî federasyonên futbolê yênÎran, Hindistan, Qetar û Erebistana Seûdî, deftera bernama xwe ya pêşniyarkirî ji bo mazûvaniyê radestî AFC kirine da ku pêşbaziyê di muhleta ragihandî de pêk bîne. Vê rêxistinê ji bo cara yekem di çarçovaberjiwendiyên hogirên xwe, pişkdarên fûtbola Asyayî agahdariyên derbarê pêşniyarê daniye ser malpera xwe.

AFC her weha piştrast kir ku Federasyona Futbolê ya Uzbekistanê xwesteka xwe derbarê devberdana ji pêşniyara mêvandariyê diyar kir û bi vî rengî ew ji nav lîsteya pêşniyarkeran hat derxistin.

Çîn mazûvaniya Kûpaya Asyayê ya 2023 dike.

Serepeyv