Di Kûpaya guleşta Cîhanê de guleştgirên madalbidestxistî yên Îranê hatin xelat kirin
Di Kûpaya Cîhanê ya li Sirbistanê de guleştgirên îranî yên ku madal bi dest xistine, bi pere hatin xelatkiri.
Li gorî IRNA-yê roja Pêncşemê ji Federasyona Guleştê, Sirbistan wekî welatê mêvandar a Kûpaya Cîhanê, ji bo her wezneke pêşbaziyê xelata 10,000 frankê Swîsreyî berçav girtibû, ku kesê yekem 4,000 frank, kesê duyem 3,000 franc û yê sêyemîn jî 1500 franc hatin xelat kirin. .
Rehman Emûzadeh Xelîlî û Muhemad Hadî Sarewî, guleştgirên azad û ferengî yên Îranê, di van pêşbaziyan de medalên bronz bi dest xistin, lê Sirbiyan di dema pêşbaziyan de nekarîn xelatên nûnerên Îranê bidin û ji ber pirsgirêkên veguheztina dirav bo Îranê, biryar dan ku Fedrasiyona Guleştê perê xelat bo guleştgirên Îranê ji cîhê deynên xwe yê bo Yekîtiya Cîhanê bide wan.
Alireza Debîr, serokê Federasyona Guleştê, vê sibê bi amadebûna kampa tîmê netewî ya Îranê xelat dan Emûzade û Sarewî.
Bi vî awayî tevahiya deynê Federasyona Guleştê ya bo Yekîtiya Guleşta Cîhanê daket 16,600 frankan.