Serokê Federasiyona Cîhanî ya Boksê (ABIA) hat bijartin
Kanûn 13, 2020 13:22 Asia/Tehran
Di dawiya hilbijartina Federasiyona Cîhanî ya Boksê (ABIA), Kirêmlovê rûs wek serokê nû yê Federasiyona Cîhanî ya Boksê (ABIA) hat bijartin.
Li gorî rapora ISNAyê, Duh Şemiyê, 12ê Kanûna 2020î di dawiya hilbijartina Federasiyona Cîhanî ya Boksê (ABIA), Omer Kirêmlovê rûs bi wergirtina 57.33 % ji dengan wek serokê nû yê vê federasiyonê hat bijartin.
Di vê hilbijartinê da ku bi awayê serxet hat lidarxistin, 155 federasiyonên neteweyî mafê xwe yê dengdanê hebûn.