Serdana rayedarên payebilind ên werzîşa Qeterê bo Tehranê
Heyeta werzîşê ya Qatarî ya pêk hatî ji 12 kesan bi pêşewaziya Sekreterê Giştî yê Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî hat Tehranê da ku bi berpisên îranî reli ser mazûvaniya Lîstikên Asyayî yên 2030 bişêwire.
Li gorî IRNA-yê, Cassim Reşîd el-Bûenîn, Sekreterê Giştî yê Komîteya Olîmpîkê ya Neteweyî ya Qatarê, Dehlan Ceman el-Hemed, endamê Civata sêwirmendiya Qatar û Serokê Federasyona Bezîna dora meydanê ya Asyayê, Muhemed Yûsif El-Mina, Serokê Federasyona Weznerakirina Asyayê, Xelîl Îbrahîm el-Ceber, Serokê Federasyona Ajniyê(Avjeniyê) û birêvebirê departimana karên werzişa Olîmpîkê ya Qeterê, Abdullah Yousef al-Mulla, serokê Klûba Al-Ahly û rêvebirê Muzeya Olîmpîka Qatarê endamên vê Heyeta 12 kesî ne ku hatine Tehranê.
Keykavûs Seîdî, Sekreterê Giştî yê Komîteya Olîmpîkê ya Neteweyiya Îranê, Ferîd Fettahiyan, Dîrektorê Navneteweyî yê Komîteya Olîmpîkê ya Neteweyî, Muhsin Rezvani, Serokê Federasyona Avjenî, Diving û Waterployê û endamê Desteya Rêvebir a Komîteyê û Elî Muradîi, Serokê Federasyona Weznerakirinê li Tehranê amade bûn.
Sekreterê Giştî yê Komîteya Olîmpîkê ya Neteweyî ya Qatar û şandeya pê re îro berêvarê di hevdîtina bi rayedarên Komîteya Olîmpîk a Neteweyî ya Îranê re bernamên xwe yên Lîstikên Asyayî yên 2030 pêşkêşî kirin û ser meselên van lîstikan gotûbêj kirin.