Dema pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonên Asyayê ya 2020 hat diyarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i322053-dema_pêşbirka_fînalê_ya_lîga_Şampiyonên_asyayê_ya_2020_hat_diyarkirin
Malpera Konfederasyona Futbolê ya Asyayê dema pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonên Asyayê ya 2020-an, saet 15:30 ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2020 13:59 Asia/Tehran
  • Dema pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonên Asyayê ya 2020 hat diyarkirin

Malpera Konfederasyona Futbolê ya Asyayê dema pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonên Asyayê ya 2020-an, saet 15:30 ragihand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, malpera Konfederasyona Futbolê ya Asyayê roja Yekşemê di cedwela pêşbirkên Lîga Şampiyonên Asyayê ya 2020-an de wiha nivîsî: Ev pêşbirke 19ê Kanûnê dê di Stadyuma Al-Janub a Duhaya Qeterê were li dar xistin.

Fînalîstê Asyaya Rojavayî Persepolis dê li Stadyuma Al-Janub (Cinûb) a Duhayê hemberê hevrikê xwe bilîze.

Qonaxa Heştek (1/8) a fînalê ya Lîga Şampiyonên Asyayê ya 2020-an dê ji îro pê ve li Herêma Rojhilatê were şopandin da ku di dawiyê de hevrikê fînalê ya Perspolîsê heya hefteya bê diyar bibe.