Mijdar 20, 2020 17:04 Asia/Tehran
  • ِDestpêka pêşbaziya di navbera Esteqlal û Fûlada Xûzistanê de

Pêşbirkeya navbera tîmên fûtbolê yên Esteqlala Tehranê û Fûlada Xûzistanê ji saet 16:40 ser dema Îranê li werzişgeha Fûlad Arena ya Ehwaza parêzgeha Xûzistanê dest pê bûye.

 Esteghlal Tehran li gorî pêşbirka li hemberî Tîma Mîsa Refsencan bi guhertinek bi tenê rûbirûyê Tîma Fûlada Xûzistanê bûye.

Li gorî IRNAyê, tîma fûtbolê ya Esteqlala Tehran bi Seyîd Huseyn Huseynî, Wirya Ghafûri, Hrvoyê Milîç, Arif Gholamî, Muhened Huseyn Muradmend, Mesûd Rigî, Fershîd Baqirî, Areş Rezavend, Farshîd Îsmaîlî, Mehdî Qaêdî û Arselan Muteherî re li dijî Fûlada Xûzistan dilîze.

Mehmûd Fekrî li gorî lîstika dawî di tîma xwe de guherînek çêkir. Muhemed Huseyn Muradmend hat şûna Siyaveş Yezdani yê birîndar ku yekem lîstika xwe ya fermî ji bo Esteqlala Tehranê bilîze.

Serepeyv