Tîma A ya Neteweyî ya Fûtbola Tirkiyê li hemberî Macaristanê dîsa têk çû
Tîma Neteweyî ya Tirkiyê di pêşbirka şeşemîn û dawîn a di Koma 3yemîn a Lîga B ya Neteweyên Ewropayê (UEFA) da li hemberî Macaristanê 2-0 têk çû.
Li gor Ajansa Anadoluyê, Tîma A ya Neteweyî ya Fûtbola Tirkiyê di pêşbirka şeşemîn û dawîn a di Koma 3yemîn a Lîga UEFAyê ya Neteweyan a B da li hemberî Macaristanê 2-0 têk çû.
Tîma neteweyî ya Tirkiyê di pêşbirka ewil de ya ku bi Macaristanê ra li Tirkiyê lîst 1-0 têk çû, her wisa di pêşbirka girîng a li deplasmanê da jî li hemberî hevrikê xwe vê carê jî 2-0 têk çû.
Macaristana ku bi 11 puanan va wekî lîder ji komê derket, ji Tirkiyê 6 puan wergirtin.
Tîma neteweyî ya Tirkiyê jî piştî mexlûbiyetê, di 6 puanan da ma û daket Lîga C.
Tirkiyê di 8 pêşbirkên dawîn de yên ku lîstin bi tenê xalibiyetek bi dest xist.
Tîma neteweyî di vê pêvajoyê da herdu caran jî li hemberî Macaristanê têk çû, 5 beramberî û xalibiyetek(têkçûnek) bi dest xist.
Tîma neteweyî ya Tirkiyê di van pêşbirkan de 11 gol avêtin, 14 gol jî xwarin.