Ihtîmala girtina kampa boks û karateyê
Kampa perwerdehiyê ya tîmên neteweyî yên karate û boksê dê bi îhtîmaleke zav di dawiya hefteyê de biqede.
Li gorî IRNA; Tîma neteweyî ya boks û karateya Îranê çend roj berê li Tehranê dest bi perwerdehiyê kir.
Li gorî vê yekê, karatekar li salona 12,000 kesî ya Kompleksa Werzîşê ya Azadî û boksorên li Salona 9emîn Kompleksa Werzîşê ya Înqilabê meşq û rahênanên xwe berdewam dikin.
Naha, ji ber qedexeyên li seranserê welêt, nemaze li Tehranê, kampa tîmê neteweyî ya boks û karateyê, ku nû li Tehranê dest pê kiriye, dê bi îhtîmaleke zav were girtin.
Eva di demekê de ye ku kampa karateyê piştî girtina heşt mehan dest pê kir. Di heman demê de bokser qonaxa çaremîn a meşq û perwerdehiyê jî derbas dikin.
Berbelavbûna koronavîrûsê û qedexeyên derketina derve di nav faktoran de cih digirin ku pêşbirkeyên werzîşî û kampên perwerdehiyê xistine nav rewşek nezelal.