Mijdar 13, 2020 10:11 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên ciyawaz ji cîhana Fûtbalê

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Li Tirkiyê destguhartina teknîk dîrektoran zû dest pê kir. Hê di hefteya 8'an de ye hin tîman teknîk dîrektor guhartin jî.

Ersun Yanal çû Antalyayê

Li Tirkiyê destguharitan teknîk dîrektoran zû dest pê kir. Hê di hefteya 8'an de ye hin tîman teknîk dîrektor guhartin jî.

Antalyayê duh daxuyanî weşand û diyar kir ku wan ligel teknîk dîrektor Ersun Yanal li hev kiriye û dê 3,5 sal Yanal ji bo wan teknîk dîrektorî bike.

Teknîk Dîrektorê Antalya Sporê Tamer Tuna îstîfa kiribû. Yanal jî par ji teknîk dîrektoriya Fenerbahçeyê îstîfa kiribû û betal bû.

Yanal yek ji wan teknîk dîrektoran e ku li Tirkiyê bûye qehreman (Bi FB'ê)

Avci çû Trabzonê

Teknîk Dîrektor Abdullah Avciyê ku par ji Beşîktaşê hatibû qewirandin niha ligel Trabzonê sporê li hev kir.

Aybaba çû Kayserî

Ji tîmên Lîga Super Kayserî Sporê jî teknîk dîrektor guhart. Seroka Kayseriyê Berna Gozbaşi li klûbê ligel teknîk dîrektor Samet Aybaba peyman îmze kir û tîm teslîmê wî kir.

Amed Sporê nekarî ber xwe bide

Amed Spor pêr li mala xwe li hemberî lîgerê komê Manîsa Sporê lîst. Di maça ku Amer Sporê baş ber xwe da de jî di encamê de bi 4-3 derda.

Dibe em Kûpaya 2026'an bigirin

Lîstikvanê Barselonayê yê ji DYA'yê Sergino Dest li ser tîma neteweyî ya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) axivî û got: "Em wekî lîstikvanên fûtbolê dixwazin li ser navê welatê xwe bilîzin û serketinan bi dest bixin. Emê biceribînin û bi ser bikevin. Dibe ku Kûpaya Dinyayê ya 2026'an em bi dest bixin."

Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an li DYA, Kanada û Meksîkayê dê bê lîstin.

Kros: Em kûkla ne

Lîstikvanê alman ê Real Madrîdê Toni KRoos ji ber zêdebûna pêşbirkan berê rexneyan li UEFA û FIFA'yê da û got: "Li gor wan em lîstikvan wekî kûkla ne. Ger yekîtiya lîstikvanan heba ne me yê di Lîga Neteweyan ne jî di Kûpaya Super a Spanyayê de bilîsta."

 

 

 

Serepeyv