Mijdar 02, 2020 17:18 Asia/Tehran
  • Lîstika Şatrancê wê di dibistanên seretayî yên Herêma Kurdistanê de wek wane were dayîn

Piştî ku lîstika şatrancê(Kişik) li peymangehên werzişî yên Herêma Kurdistanê wek wane(wahid) hate dayîn, niha jî hewil tê dayîn di dibistanên seretayî de jî wek waneyek were dayîn. Li gorî gotina Serokê Kuluba Xanzad, bernameya waneyê amadeye û amanca wan ewe mamostayên jîr amade bikin.

 Şêwirmendê Wezareta Perwerdê jî derbarê vê mijarê de got, ew hewil didin di demek zû de destûra fermî ji wezaretê wergirin û îsal dest bi dayîna waneyên satrancê were kirin.

Kuluba Werzişa Xanzad li Herêma Kurdistan û Iraqê wek kulubek taybet a lîstika şatrancê ye. Kuluba Xanzad niha li gel Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê di nava peywendiyan de ne daku lîstika şatrancê wek waneyek di dibistanên seretayî de were dayîn.

Li gorî pisporan, lîstika satrancê yek ji lîstikên herî bi sûde ji bo xûrtkirina mejiyê mirovan. Ji bona wê niha li gelek welatên cihanê ev lîstik wek waneyek di dibistanan de tê dayîn. Lîstika şatrancê di sedsala 19’an de bûye lîstikek navnetewî û ji wê demê ve hîn zêdetir giringî bi vê lîstikê tê dayîn.

Serepeyv