Mijdar 01, 2020 13:15 Asia/Tehran
  • Merziye Ceferî: Tendurustiya fûtbalîstan ji lîgê girîngtir e

Rahênera Tîma Fûtbala Jinan a Şaredariya Bema Kirmanê dibêje li gorî şêwaza wergirtina lîstikvanên nû ji aliyê tîmên beşdar di Lîga sereke ya Fûtbala Jinan a Îranê da, nûnera Bemê dê karekî dijwar li pêşberî xwe bibîne.

Li gorî rapora ISNAyê, Lîga sereke ya Fûtbala Jinan a Îranê dê ji 27ê Mijdarê va destpê bibe.

Merziye Ceferî, Rahênera Tîma Fûtbala Jinan a Şaredariya Bema Kirmanê got: Bi amara niha ya belavbûna Koronayê tendurustî ji lidarxistina pêşbirkan girîngtir e. Ev yek ne tenê jibo jinan, jibo mêran jî wiha ye.

Wê got: Emê bin hemî hewla xwe ji cîgeha xwe ya qehremaniyê berevaniyê bikin.

 

 

Serepeyv