Qamişlo; Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320672-qamişlo_helbestvan_cegerxwîn_hat_bibîranîn
Sazî û yekitiyên çandî, helbestvan Cegerxwîn di salvegera 36'an a wefata wî de li ser gora wî bi bîr anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2020 17:14 Asia/Tehran
  • Qamişlo; Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn

Sazî û yekitiyên çandî, helbestvan Cegerxwîn di salvegera 36'an a wefata wî de li ser gora wî bi bîr anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Îro 21'ê Cotmehê salvegera 36'an a wefata helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn e. Bi vê boneyê merasîmek bîranînê li ser gora wî ya li mala wî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Kurdistana Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê-Sûriyê beşdarî bîranînê bûn.

Piştî gul li ser gora wî hatin danîn, axaftin hatin pêşkêşkirin.