Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320650-helbestvanên_hesekê_salvegera_yekemîn_a_dagirkirina_serêkaniyê_bi_bîr_anî
Helbestvan li bajarê Hesekê û navçeyên wê, salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve bi şevbêrkekê li parka Kawa ya li taxa Mufty bi bîr anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2020 04:41 Asia/Tehran
  • Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî

Helbestvan li bajarê Hesekê û navçeyên wê, salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve bi şevbêrkekê li parka Kawa ya li taxa Mufty bi bîr anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Komîteya Çandî ya navçeya Bakur a bajarê Hesekê bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê şevbêrkek bi dirûşma “Çand giyan û wijdana gelan û qêrîna wan ji bo çaranûsa wan e”, ji bo bîranîna salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê li dar xist.

Di şevbêrkê de gelek axaftin ji hêla hevserokê Meclisa Navçeya Bakur a bajêr Remadan Fetah û berdevka Komîteya Çand û Hûnerê ya kantona Hesekê Efef Hesekî axivîn.

Axêveran destnîşan kir ku tevî êrişên dijwar ên li djî herêmê, lê ciwanên wê li ber xwe dan, heta bûn sembola lehengî û berxwedanê.

Wan her wiha diyar kir ku berxwedana gelên herêmê û lidarxistina çalakiyan dê li pêşiya destwerdana Tirkiyê bibin bendeke asê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, helbestvanan, Ferhad Merdê, Stêra Ebdî, Hîbe Îsa, Hozan Kerkendî, Macid Îbrahîm û Yûnis Mihemed helbestên xwe yên girêdayî dagirkirina dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ji Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî re ku bûye sedema koçberkirina şêniyan resen û goriyan xwendin.

Dûvre şevbêrk bi diruşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, silavkirina goriyan û şermezarkirina dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê bi dawî bû.