Cotmeh 14, 2020 12:13 Asia/Tehran
  • Li Helebê şevbêrkeke helbestan bi kurdî û erebî

Bi armanca pêşxistina buhreyên wêjejî û helbestan ên nifşê nû, Mallbenda Heleb a Rewşenbîrî bi beşdarbûna 9 hezkiriyên helbestan şevbêrkeke helbestan li dar xist.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Şevbêrk bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, nûnerên saziyên sivî û partiyên siyasî li hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Şevbêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Kamîran Bîlal bi xêrhatina beşdaran kir û girîgniya piştgirî û pêşxistina berhreyên wêjeyî û helbestan yên nifşên nû destnîşan kir.

Beşdarên şevbêrkê (Guljîn Qadir, Şirîn Dawud, Îsa Ehmed, Bervîn Elo, Zozan Dehar, Rena Milhim, Rojîn Bîlal, Sozdil Nebo û Mihmed Xetîb) helbestên xwe bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid ji ANHA'yê re axivî û got, armanca wan a sereke behreyên ciwanan pêş bixînin û got: "Em amade ne piştgiriyê bibin ciwanan da ku berhreyên xwe yên çandî bi pêş bixin, ji ber ku wêje amûra muxatebkirina giyan e ku hestê mirovahî vedibêje."

Mamosteya zimanê kurdî Rojîn Bîlan ku bi helbesteke xwe beşdar bibû destnîşan kir ku helbest wesîleya hişyarkirina civakî ye ku mîraseya çandê ya ku zimanê Kurdî li pey xwe hiştiye biparêze.
 

Serepeyv