Cotmeh 12, 2020 19:25 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Îmaratê:

Enwer Qerqaş, Wezîrê derve yê Imaratê mayîn eskerên Tirkiyê li Qeterê rexne kir û got: "Mayîna eskerên artêşa Tirkiyê li Qeterê dibe sedem navçe bikeve rewşa awarte."

 Enwer Qerqaş roja yekşemiyê di twîtera xwe de nivîsî: "Mayîna artêşa Tirkiyê li Kendava Farsê rewşeke awarte ye ku mafê hakimiyeta welatan û berjewendiyên welatên derdora kendava Farsê û gelê wê bin pê dike."

 Vî wezîrê îmaratî gotinên "Receb Teyb Erdogan" serokkomarê Tirkiyê li bara rola Enqerê li  aramiya navçê jî red kir.

 Qerqaş şeva buhurî jî di twîtekê de nivîsî mayîna eskerên Tirkiyê li Qeterê dibe sedema bêewlehtiya navçê.

 Gotinên Qerqaş di halekî da ne ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê heftiya buhurî li sefera Dûhayê tev şêx Temîm Bin Hemed mîrê Qeterê û rayedarên pilebilind ên vî welatî hevdîtin pêk anî.

 Qeterê pêncşemiya buhurî paporek bi navê Dûhayê ji Tirkiyê wergirt.

 

Serepeyv