Cotmeh 12, 2020 19:15 Asia/Tehran
  • Derhênerê fîlma îranî ya Yeldayê, bû derhênerê herîbaş ê mehrîcana Tirkiyê

57emîn mehrîcana navdewletî ya Antalyaya Tirkiyê xelata derhêneriya herî baş a beşa navdewletî raberî Mesûd Bexşî bo derhêneriya fîlma îranî ya Yeldayê kir.

 Xelata derhênerê herî baş li beşa navdewletî ya 57 mîn mehrîcana navdewletî ya Antalyaya Tirkiyê ku wek  Oskara Tirkiyê tê naskirin ji nav 10 derhêneran raberî Mesûd Bexşî hat kirin.

Vî derhênerê îranî li peyameke vîdyoyî tevî sipasiya ji vê mehrîcanê û dawerên wê hêvî kir ku Yelda nîşana rastîn a bexşînê bo temaşevana be.

 Çîroka vê fîlmê li bara jineke ciwan e ku ji ber ku mêrê xwe kuştiye, hikma îdamê jê re hatiye birîn.

Ew di şeva Yeldayê (Şeva Çileyê) diçe nav stodyoya bernameyeke zindî ya televîzyonê ku ji aliyê tenha  ewladê meqtûl were baxşînê lê ji ber hin bûyerên li sehneyê û li pişt sehneya vê bernamê, kesayeiyên vê fîlmê dikevin nava pirsgirêke ciddî ya biryardanê.

 

Serepeyv