Cotmeh 11, 2020 15:16 Asia/Tehran
  • 20 Mehrmehê Roja Bîranîna Hafiz

Xwace Şemsedîn Muhemed bin Behaedîn Hafizê Şîrazî şair û helbestvanê bi nav û deng yê sedsala heştan ya Koçberiyê (sedsala 14-an a Mîladî) ji babeta helbest û tor û edebê nav û dengeke xwe ya cîhanî heye, îro 20 Mehrmehê (11 Cotmehê) Roja Bîranîna Hafiz e. Piraniya Helbestên Hafiz Xezel in. Piraniya bêjevaniya Hafiz bi şêwaza Xwazûyê Kirmanî bû.Hafiz li ser helbestvanên piştî xwe pir bi bandor e.

 Helbestên Hafizê Şîrazî (1320/26 – 1389/90) tijî hestên kûr yên evînî ne. Ev evîn dikare hem wek evîna navbera du mirovan û hem jî wek evîna navbera helbestvan û Yezdan yan helbestvan û gerdûnê bê hesibandin.

Gelek şarezayên Rojavayî dinivîsin ku Hafiz li Rojhilata Navîn ji Shakepeare li Rojava zêdetir tê xwendin û hezkirin. Gelek şareza, hem yên Rojhilatê û hem jî yên Rojavayê, Hafizî wek mezintirîn helbestvanê hemî deman dihesibînin.

Jiyana Hafiz jî mîna helbestên wî bi gelek raz û nehîniyan nixamtiye. Sedema herî giring ew e ku pirr kêm bûyerên kitekit li ser jiyana wî tên zanîn. Navê wî yê resen Şemseddîn Muhemmed Hafiz bû û derdora 1320 û 1326 li bajarê Şîrazê, li başûrê Îrana niha hatiye dinyayê. Hê ew biçûk bû ku bavê wî wefat kir.Diyar e ku Hafiz zewicîbû û kurrek jê re hate dunê. Pirraniya lêkoleran, lê ne hemû, bawer dikin ku ew sofî bû. Baweriya wî çi be jî, hin kes dibêjin ew carekê ji alî serekên dînî ve ji Şîrazê hat derkirin ji ber ku helbestên wî wek bandorek xirab li civakê dikin dihatin hesibandin.Ti çapên diyarkirî ji dîwana Hafizî nînin: di hin dîwanên "temam" de tenê nêzî 500 helbestan hene lê helbestên hinan jî digihin nêzî 1000î. Belkî pirraniya helbestên wî ne "resen" jî bin anku ne wî bi xwe nivîsîbin lê derengtir lê hatibin zêdekirin. Lê dîsan bandora Hafizî li ser wêjeyê û nivîskarên mezin bêpayan e. Hejmarek mezin ji navên gir yên wêjeya cîhanê – mîna Goethe, Emerson, Edward Carpenter û Gide – hemî deyndarên Hafizî ne. Bi taybetî Goethe heyranî Hafizî bû û bi salan mijûlî xwendin û vekolîna berhemên wî bû.

Serepeyv