Îlon 15, 2020 10:01 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn online li dar dikeve

27'emîn Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê ji ber vîrûso koronayê wekî online li dar dikeve. Di vî warî de Festîvala Edeneyê û Festîvala Stenbolê hevkarî kiriye û bilêtên wê bi ser filmonline.iksv.org ve têne firotin.

Festîvala Fîlman a Edeneyê heta 20'ê mehê dê bidome û di 18 waran de bi qasî 465 hezar TL xelatê belav bike. Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de Serokatiya Juriyê lîstikvan Fusun Demîrel dike. Derhênerê dîmenê Feza Çaldiran, lîstikvan Damla Sonmez, derhêner Seren Yuce, muzîkar Can Atilla, nivîskar Ayfer Tunç û rexnegira sînemayê Sevin Okyay di nav juriyê de ne. Jurî dê

10 fîlmên metrajdirêj ên di nav Pêşbaziya Neteweyî de binirxîne û xelatê diyar bike. Ji bo Fîlmê Serketî, 200 hezar, ji bo Fîlmê Serketî yê Yilmaz Guney 100 hezar, ji bo derhênerê serketî 50 hezar bê dayîn û ji bo beşên din jî yek bi yek dê xelat bê bê belavkirin.

Fîlmên pêşbaziyê

Di beşa Fîlmên Metrajdirêj ên Pêşbaziya Neteweyî de fîlmê Anil Gelberi "Plaza", ê Bariş Hanciogullar "Yeniden Leyla", ê Ercan Kesal "Nasipse Adayız", ê Fatih Ozcan "Mavzer", ê Faysal Soysal "Ceviz Agaci", ê Gokçin Dokumaci "Kuyudaki Taş", ê Haci Orman "Korleşme", ê Leyla Yılmaz "Bilmemek", ê Onur Unlu "Topal Şukran’in Maceralari" û fîlmê Umut Evirgen "Ben Bir Denizim" dê bi hev re bikeve qayişkêşanê.

Pêşbaziyên din

Ji bilî van di beşên din de Kurtefîlmê Xwendekaran ê Neteweyî, Belgefîlmê Herî Serketî, Kurtefîlmê Serketî de dê xelat bêne belavkirin.

Fîlm dê wekî online li dar bikeve, lê ji bo temaşevanên li Edeneyê, li Şanogha Bajarê Mezin a Edeneyê û li Amfî Tiyatro li gor rêgezên pandemiyê dê hin nîşandayîn çêbibin.

 

 

Serepeyv