Îlon 04, 2020 18:31 Asia/Tehran
  • Tebatebayî: Şikesta Îstiqlalê li fînala Kûpa wêdadayînê dihat pêşbînîkirin

Derwazvanê berê yê Tîma Fûtbolê ya Îstiqlalê seyd Hasî Tebatebayî got: Li gorî bûyerên van deh rojên dawî ku li klûpa û di nav tîma Îstiqlalê qewmîn, şikest û têkçûna vê tîmê li hevrikiya fînalê ya wêdabirinê li hemberî tîma Teraktorê dihat pêşbînîkirin.

Li gor IRNA, duh pêncşemê Tîma Îstiqlalê ya Tehranê li hevrikiya bi tîma Teraktorê ya fînala wêdadayînêbi encama 2-3 torand. Ev şikesta Îstiqlalê di rewşekê de bû ku piştî serketina Îstiqlalê li hemberî tîma Perspolîs di nîv-fînalê de piraniya karzanan şansa Îstiqlalê ji bo qehremaniyê pir zêde diaznîn.

Tebatebayî desnîşan kir ku kadroya teknîkî û lîstikvanên Îstiqlalê li hevrikiya şeva borî moral û hevgirtina pêdivî ji bo serketinê tine bûn û lîstikvana her ji demên despêkê xwebawerî, hevgirtin û hevahengiya pêdivî ji dest dabûn û nedikarî li lîstikê fikara xwe bicivandina û eva di encama lihevketina hevfikrî û hevkariya wan de piştî hevrikiya bi Perspolîsê bû.  

Wî herwiha got: Sed heyf û mixabin ji ber bê fikrî û bê tevdîriya birêveberiya Klûpê , pêvajoya ber bi başbûnê ya Tîma Îstiqlalê ji nav çû û aqiibet bû sedem ku li fînala wêdadayînê li ber Teraktorê bin keve.

Serepeyv