Rojnameger Varlik Ozmenek wefat kir
Yek ji rojnamegerên navdar ê Tirkiyê "Varlik Ozmenek" di 77 saliya xwe de wefat kir. Ozmenek di rojnameyên kurdan ên wekî "Demokrasî" û "Ulkede Gundem" de jî dinivîsand û ked dabû rojnameyê.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ozmenek Dibistana Bilind a Rojnameyî ya Akademiya Zanistê Tîcarî û Îktîsadî ya Enqereyê mezûn bûbû. Di sala 1963'yan de di Kovara Îmece ya Enstîtuyên Gundan de dest bi kar kiribû û ji wê demê de di nav çapemeniyê de bi awayekî cih girtibû. Di sala 1967'an de di bin pêşengiya Mahmut Tali Ongoren de wî jî di nav avakarên Kanala TRT'ê de cih girtibû, lê dema belgefîlmê "Qelbê Tirkiyê Enqere ye" di TRT'ê de bi awayekî zindî diweşand, weşana wî hatibû qutkirin û ew ji kar hatibû qewirandin.
Ozmenek di sala 1973'Yan de rojnameya Yeni Gun de xebitîbû. Paşê ji Hurriyet, Polîtîka, Dunya bigire di gelek rojnameyên din de xebitî bû. Di rojnameyên kurdan ên wekî Demokrasî, ULkede Gundem de jî quncik li ser çapemeniyê dinivîsand û jê dihat hezkirin.
Ozmenek endamên gelek saziyên çapemeniyê bû û di heman demê de bi xebatên xwe gelek xelat girtibû. Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) li ser wefata wî daxuyaniyek belav kir û got: "Kekê me, mezinê me yê pîşeyê, di salên 1980-84'an de endamê Lijneya Rêveberiya me ya Giştî Varlik Ozmenek ku ev demek bû li Enqereyê dihat dermankirin wefat kir. Em ji bo malbata wî, cemaeta ÇGD'ê û dostên wî sersaxiyê dixwazin."Rojnameger Varlik Ozmenek ligel çapemenî di nav saziyên sivîl de jî kar kiribû û ked dabû. HDP'ê jî ji bo wî peyamek peşand.
Ozmenekê ku 50 salan ked dabû çapemeniyê cenazeyê wî duh (21'ê mehê) dê saet 16'an de ji Mizgefta Koçatepeya Enqereyê hat girtin û li Goristana Karşiyakaya Enqereyê hat definkirin.