Şirnex - Li sêpiyan tûrikan çêdike
Li Botanê tûrikên ku şivan azoxên xwe dixinê û bêrîvan jî ji bo berhevkirina giyayan bi kar tînin, bi destê jinê bi kedeke mezin tên çêkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li bajaroka Dêrgul a Şirnexê, hê jî sêpî tên danîn û di wan de tûrik, sijde û xalî tên çêkirin. Jinên ku sêpiyên xwe li hewşên xwe danîne, tayên qazaxên kevn ên bi teşîyê hatine çêkirin, li sêpîyan bi cih dikin. Piştî ta li sêpiyê tên bicihkirin bi şe tên şekirin.
Sacîde Aksû (50) ku sêpiya xwe ya li hewşa mala xwe dnaiye, bi tena serê xwe tûrikan çêdike. Aksûyê, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve hîn bûye û got, ewilî ji bo sêpiya xwe çêbikin qutikên daran tînin û van qutikan li erdê dikutin. Aksûyê diyar kir ku dûre benên xwe lê girêdidin. Aksû ku bi şeyê hesinî yê destê xwe benikên sêpiyê dişidîne, bi darikê ku xistiye nava benikan ber bi xwe ve dikişîne û dişidîne.
JI BO GELEK ARMANCAN TÊ BIKARANÎN
Aksû ku li sêpiya 18 metrekareyî tûrikan çêdike got: "Ez van modelan li gor qeysa wan dibirim û didirûm. Bi van modelan tûrikan çêdikim. Em biharê kerneg, gulik, sîrik, siyabo û gelek pincar û giyayên din berhev dikin û dixin van tûrikan. Her wiha em wan didin şivanên xwe jî. Em jî azoxê xwe dixinê. Her wiha em genim, kuncî, nîsk û ceh jî ji bo tov dixin tûrikan û di dema tovreşandinê de wan bi kar tînin."