Tebax 17, 2020 17:52 Asia/Tehran
  • Riza Yezdanî bû serperwerdekarê tîma guleştê ya Îsteqlalê

Riza Yezdanî ku li guleşta Îranê bi nav û deng e û 3 medalên zêr ên cîhanî standine, bû serperwerdekarê tîma guleşta azad a Îsteqlalê.

Li gor ISNA, Piştî muzakireya navbera birêvebirê klûpa Îsteqlalê û serokê Fedrasiyona Guleşta Îranê Elî Riza Debîr û diyarbûna tîmdariya klûpa Îsteqlalê di warê hevrikiyên super lîga guleşta azad de biryar hat dayîn ku pêşvebirin û perwerdekariya vê tîmê bidin destê Riza Yezdanî ku li guleşta Îranê bi nav û deng e û 3 medalên zêr ên cîhanî standine.

Ji ber ku heya despêbûna hevrikiyên guleştê derfeteke kêm maye, Yezdanî dest xwe ve ji bo bikargirtina guleştgirên jêhatî û diyarkirina endamên kadra teknîkî muzakire dan despêkirin.

Yezdanî bi birêvebirê klûpa Îstiqlalê re wê bi zûtî rêketinnama fermî îmza bike.

Sponserê malî yê klûpa Îsteqlalê ji bo beşdariya li lîga guleşta azad rêketinameke 3 salî bi berpirsên vê tîmê îmza kiriye. 

Serepeyv