Tebax 12, 2020 12:32 Asia/Tehran
  • Sohrab Muhemedî, Hozan û hunermendê Kurd ê Xorasanî emrê Xwedê kir

Sohrab Muhemedî, Hozan û hunermendê Kurd ê Xorasanî îro Çarşemiyê çû ser dilovaniya Xwedê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Sohrab Muhemedî, Hozan û hunermendê Kurd ê Xorasanî nasyar bi "Sohrab Bexşî" sala 1317an a Koça Rojî li şaristana Mane û Similqanê ya bakurê Xorasanê ji dayîk bû.

Wî ji deh saletiyê va jenîna dutarê û sitranbêjî dest pê kir.

Berhemên weke "Şarê Can", "Tûfan", "Şehîd", "Lê Yarê", "Gula min" û hwd ji xebatên vî hunermendî ne.

Ew îro di temenê 85 saletiyê va çû ser dilovaniya Xwedê.

 

 

 

 

 

Serepeyv