Mesela ecêb di qonaxa çareka fînalê ya lîga qehremanên Ewropayê
Tebax 09, 2020 17:19 Asia/Tehran
Si qonaxa çarekê (1/4) ya fînala vê demsala lîga qehremanên Ewropayê bi tenê du tîman tecrubeya bidestxistina qehremaniya van hevrikiyan hebûn.
Li gor ISNAyê, qonaxa heştekê(1/8) ya fînala lîga qehremanên Ewropayê şeva şemiyê bi lidarxistina du hevrikiyan (pêşbirkeyan) bi dawî bû û heşt tîmên seratir û serketî diyar bûn. Eteltîko-Madrîd, Atlanta, Paris Sent Jerman, Laypzîg, Mençester Sîtî, Liyon, Barselona û Bayren Monîx li beşa çareka fînalê wê bi hev re bikevin hevrikiyê.
eş tîmên vê qonaxê heya niha ti caran nebûne qehreman û bi tenê barselona û Bayren Monîx berî viya deskevta qehremaniyê hebûn. Ev du tîm wê li qonaxa çareka fînalê bi hev re bikevin nav hevrikiyê.