Serokê nû yê Federasiyona Fûtbala Îranê dê piştî pêşbirka digel Iraq û Behrêynê were bijartin
Tîrmeh 29, 2020 09:53 Asia/Tehran
Civata giştî ya hilbijartinê ya Federasiyona Fûtbalê jibo bijartina Serokê nû yê Federasiyona Fûtbala Îranê bi ihtimaleke nû piştî pêşbirka Taxima Neteweyî ya Fûtbala Îranê digel Iraq û Behrêynê were lidarxistin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Civata giştî ya hilbijartinê ya Federasiyona Fûtbala Îranê jibo piştrastkirina rêziknameya sererastkirî dê ,eha Îlonê were lidarxistin û di wê civînê da jibo dema lidarxistina hilbijartina Federasiyona Fûtbalê û Civata Giştî ya Hilbijartinê jî biryar were dayînê.Helbet bi ihtimaleke mezin Civata Giştî ya Hilbijartinê di Mijdara 2020î da û piştî pêşbirka Taxima neteweyî digel Iraq û Behrêynê di pêşbirkên seretayî yên Kapa Cîhanî bên lidarxistin.