Tîrmeh 24, 2020 10:10 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn li benda fîlman e

57'emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn îsal dê di navbera 3-20'ê kewçêrê (Cotmeh) de li dar bikeve. Niha serdema serîlêdana festîvalê dest pê kiriye û yên bixwazin fîlmên xwe bişînin divê heta 14'ê Gelawêjê (Tebaxê) berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê organîzekirin. Di Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlm û Kurtefîlman de dê pêşbazî li dar bikeve. Îsal bi temamî dê mîlyonek û 370 hezar TL pere werî xelat bê belavkirin.

 Her wiha di festîvalê de wê Forûma Fîlman a Antalyayê û Pêşbaziya Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj jî çêbibe.

Li ser navê Şaredarê Antalyayê Muhittin Bocek daxuyanî hatiye belavkirin û hatiye gotin ku îsal ji ber tevdîrên Covid-19 dê zêdetir di cihên servekirî fîlm bêne nîşandayîn û ji bo mêvanan dê ewlehî bê sazkirin.

Fîlmên ku ji bo festîvalê bêne şandin divê neketibin vîzyonê û her wiha li Tirkiyê beşdarî tu festîvalê nebûbûn.

Par di çarçoveya festîvalê de Dibistana Sînemayê ya Porteqala Zêrîn li dar ketibû û 150 xwendekar beşdar bûbûn, îsal ev çalakî dê wekî online li dar bikeve.

 

Serepeyv