-
Li Tirkiyê 78 kesên din ji ber virûsê mirin
May 02, 2020 16:19Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 78 kesên din jî ji ber virûsa Koronayê mirin. Hejmara kesên heya niha mirine bû 3 hezar û 336 kes.
-
Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
May 02, 2020 12:54Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira peyama piştevaniyê şand û banga: “Di van rojên zor û zehmet de, divê em bibin xwişk û bira û piştevaniyê zêde bikin” kir.
-
Qilîçdaroxlû: Dawiya Erdoxên nêzik û tekûz e
May 02, 2020 10:09Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji siyasetên serokomarê vî welatî got ku dawiya Erdoxên "nêzik" û "tekûz" e.
-
Rewşa Misirc û Xerzanê di dema Koronayê de
May 02, 2020 06:51Û ez… Li Xerzan (heçî ez jî Xerzî me), bostek axa min nîn e… Ya bavê min jî tune… Û ya bapîrê min jî tune bû jixwe… Gundê Me (Bêkendê), gundekî çiyayî ye û erd û axa gundiyên me jî nîn e. Hebe jî, li ser wan teht û zinaran de heye û em jî nizanin ka li ku ye… Ji ber wê, genimê me jî tune ye, em bi pereyan ji firinan dikirin, carnan em jî nan lê didin lê kêm…
-
Tevî hebûna qedexetiyê jî Karkeran 1'ê Gulanê pîroz kirin
May 02, 2020 05:20Karkeran li Îzmir, Êlih, Rihayê li gel qedexeyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bang li hemû karker û kedkaran kirin û xwestin rêxistinbûna xwe xurt bikin.
-
Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
May 02, 2020 05:19Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de ji ber Vîrûsa Koronayê 84 kesên in jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 258 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 122 hezar û 392.
-
Li Taksîma Istenbûlê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
May 01, 2020 12:54Sendîkayên karkeran xwest bi awayekî sembolîk li qada Taksimê 1'ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz bikin. Polîsan mudaxale kir û Seroka Giştî ya Sendikayên Karkerên Şoreşger, DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek kesên din binçav kirin.
-
Devûjeniya rayedarên Imarat û Tirkiyê li ser Lîbiyê gurr bû
May 01, 2020 06:36Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji Imaratê xwest ku ji dest hilêxistina helwêstên dijminane li hemberî vî welatî bikişîne.
-
HDP: "Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne"
May 01, 2020 04:23Komîsyona Kedê ya HDP'ê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkeran peyamek weşand û got: "Ji bo em jiyanek nû ava bikin, li mal, kolan, ewyan, kargerî, fabrîqe, bax û baxçeyên xwe em jiyanê radiwestînin û bi tilîlî û dirûşmeyan 1'ê Gulanê pîroz dikin. Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne."
-
Jeffrey: Divê Tirkiyê zext li çeteyên Tehrîr El-Şam ên li Idlibê bike
Nîsan 30, 2020 22:52Nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriye James Jeffrey îro 30 Nîsanê got ew hêvî dike ku Tirkiyê zexta xwe li ser komên tundrew di nav de Heyet Tehrîr El-Şam ên li Idlibê zêde bike.