Qilîçdaroxlû: Dawiya Erdoxên nêzik û tekûz e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315443-qilîçdaroxlû_dawiya_erdoxên_nêzik_û_tekûz_e
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji siyasetên serokomarê vî welatî got ku dawiya Erdoxên "nêzik" û "tekûz" e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2020 10:09 Asia/Tehran
  • Qilîçdaroxlû: Dawiya Erdoxên nêzik û tekûz e

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji siyasetên serokomarê vî welatî got ku dawiya Erdoxên "nêzik" û "tekûz" e.

Li gorî rapora Fars Newsê, Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP), Kemal Kilîçdaroxlû roja Îniyê di axaftineke televîziyonî da derbarê siyasetên Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê got: Siyasetên wî li gorî zorbêjiyê ne û mafên welatiyan nayên berçavgirtin û ev yek bûye sebeba zêdebûna belengazî, nezanî, zilma li xelkê, pirsgirêkên aborî û civakî li Tirkiyê.

Kilîçdaroxlû di dewamê da Erdoxanê wek berpirsê hin şaştiyan zanî ku bûne sebeba belavbûna Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê û got ku wî di warê berxwegirtina kiryarên pêwîst jibo pêşîlêgirtin li vê vîrûsê qusûrî kiriye.

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Erdoxan îzna rexnekirinê nade tu kesî.