-
Cenazeyên 11 koçberên din ji Gola Wanê hatin derxistin
Tîrmeh 06, 2020 07:10Karvedanên li ser binavbûna belema koçberan di Gola Wanê de berdewam in, biryara girtina 17 kesan hate derxistin û cenazeyên 11 koçberan jî heta niha ji golê hatine derxistin.
-
Elmanya: Hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê rewa nîne
Tîrmeh 06, 2020 07:56Hikumeta Elman cara yekê bi rengekî eşkere ragihand ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê a li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê ye.
-
Li Tirkiye 19 kesên din bi Koronayê mirin
Tîrmeh 06, 2020 04:46Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û ragihand 19 kesên din bi vîrûsa Koronayê can dan û yek hezar û 148 kesên din jî bi Koronayê ketine.
-
Li Tirkiyê zêdetirî 5 hezar kesî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan
Tîrmeh 05, 2020 20:50Li Tirkiyê belavbûna Vîrûsa Koronayê her ku diçe zêde dibe. Hêjmara miriyan zêde dibe. Îro 19 kesên din mirin û 1148 kesên din bi KOVÎD-19'ê ketin. Heta niha 5 hezar û 225 welatî mirine û 205 hezar û 758 kes bi vîrûsê ketine.
-
Elewiyên Dêrsimê bertek nîşanî nivîsandina nîşaneyên nijadperestiyê li ser ziyaretgeha 'Dizgun Bava' dan
Tîrmeh 05, 2020 12:01Welatiyên elewî bertek nîşanî nivîsa “MHP” û îşareta “sê heyv” ku li ser Ziyaretgeha Dizgun Bava hatiye xêzkirin dan û vê yekê wek nijadperestiyê pênase kirin.
-
Heta 5ê Hezîranê; Li Tirkiyê 179 hezar û 492 kes ji Kovîd-19ê baş bûn
Tîrmeh 05, 2020 11:35Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1154 kesan, 20 kes mirin, jimara tûşbûyiyan bi tevahî derket 204 hezar û 610î, jimara miriyan jî bû 5 hezar û 206
-
'Însyatîfa Zarokên Êgir' berpirsiyariya teqîna li karistana fişekan a Sakaryayê hilda ser milê xwe
Tîrmeh 05, 2020 04:59Koma bi navê 'Însyatîfa Zarokên Êgir' bi weşandina daxuyaniyekê berpirsiyaria teqîna roja Îniyê li Karistana Fişekên hewayî ya Sakaryayê girte ustiyê xwe..
-
Îdiaya Dawûdoxlû: "Min di heyama serokwezîrtiya xwe da jibo bihêzbûna HDPê pêngav rakir"
Tîrmeh 04, 2020 12:12Dawûdoxlû di axaftinekê da tevî amajeya bi meseleya Kurdan û Pêvajoya Gotûbêjên Aştiyê îdia kir ku di heyama serokwezîrtiya xwe da jibo bihêzbûna HDPê wek pêkhateyeke siyasî li Tirkiyê pêngav rakiriye.
-
Weşangerên kurd: "Divê nivîskar werin berdan"
Tîrmeh 04, 2020 11:55Însiyatîfa Weşangerên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî xwest nivîskarên kurd ku hatine girtin bên berdan.
-
Sakarya; Di karistana fîşekên hewayî de hîn jî 3 kes winda ne
Tîrmeh 04, 2020 09:123 kesên di bin kavilên karistana fîşekên hewayî ya li Hendek a Sakaryayê de mane, hêj nehatine dîtin. Di teqîna fabrîqeyê ya duh de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 97 kes jî birîndar bûbûn.